PAK: Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bibîr tînin

Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk re dê bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê êrîş biribûn ser Hotêlê.

02.07.2020, Per - 12:01

PAK: Em qesasên qetlîama Sêwasê rûreş dikin, yên jîyana xwe ji dest dane bibîr tînin
Nuçe Belav bike

Di Temmûza 1993yan de li Sêwasê Şahîya  Pîr Sultan Abdal hate li dar xistin. Gelek rewşenbîr  û hunermend jî beşdarî vê  şahîyê bibûn.

Di roja 2yê Temmûza 1993yan  de qalabalixîyeke mezin  êrîşeke ne mirovane  birin ser Hotêla Madimakê ya ku beşdarên şahîyê lê diman û Hotêl şewitandin. Di encamê de 33  Reweşenbîr û hunermed  û 2 xebatkarên  Hotêlê  hatin şewitandin, ji ber dûxanê fetisîn.

Êrîşkeran bi sloganên weke ‘’Sêwas ji yên laîk re dê  bibe mezel’’, li ber çavên polîs û hêzên ewlekarîyê yên dewletê  êrîş biribûn ser Hotêlê.

Ev êrîş binpê kirina mafê jiyanê bû, li dijî mafê ramanî û bawerîyên cuda bû.

Bi minasebeta vê qetlîamê hinek doz hatn vekirin. Lê mixabin tu encam jê nehatin girtin, qesas û piştgirên vê qetlîamê heta îro jî nehatine  aşkere kirin, nehatine ceza kirin.

Em qesas û  êrişkerên vê qetlîamê û yên li pişta wan bûn, yên wan diparastin bi tûndî rûreş dikin.

Em di 27emîn salvegera vê qetlîamê de, qurbanîyên  qetlîamê bi giramî bibîr tînin.

02.07.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 119 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:31:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x