Konferansa Navdewletî daxwaza vekişîna Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê dike

Konferansa Navdewletî ya li Belçîkayê derbarê Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û têde daxwaza vekişîna hêzên Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê dike

15.12.2019, Paz - 12:41

Konferansa Navdewletî daxwaza vekişîna Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Konferansa Navdewletî derbarê Rojavayê Kurdistanê de, ku herdu rojên çarşem û pênşemê yên  11 û 12 vê mehê li parlamentoya Ewropayê li paytexta Belçîka bajarê Brûksekê hatibû lidarxistin, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku  hikûmeta Tirkiyê bi êrîşa xwe ya li ser Rojavayê Kurdistanê herî kêm 9 rêkeftin û soznameyên navdewletî binpê kirine û cînosayid, tawanên şer û pakkirina regezî li dijî Kurd, Siryan û Ereban pêk anîne.

Di konferansê de 8 pêşniyar hatin qebûlkirin ku ev in:

“Şermezarkirina dijminkariya Tirk û dagirkirina beşeke Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê bi helwesteke tund ji aliyê parlemana Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ve.

Vekişandina artêşa Tirkiyê û ajanên wê yên cîhadîst ji tevahiya navçeyên dagirkirî, di nav de jî Efrîn û Idlib.

Garantîkirina vegera bi rûmet a tevahiya koçberan bo malên xwe.

Xistina tevahiya ajanên Tirk û cîhadiyên hevpeymanên Tirkiyê ku beşdarî dagirkirin û tawanan bûne nav lîsteyên navdewletî yên rêxistinên terrorist.

Damezirandina dadgeheke xwecihî bi serpereştiya navdewletî li bakurê rojhilatê Sûriyê bo dadgehkirina Tirk û cîhadiyan, di nav de jî çekdarên DAIŞê.

Tevlîkirina Rêveberiya Xweser bo komîteya destûrî bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî bo dariştina destûreke nû bo Sûriyê.

Rawestan li ser pêkanîna herêmeke dijî firînê li bakur û rojhilatê Sûriyê, anku Rojavayê Kurdistanê.

Danpêdan bi Rêveberiya Xweser bê kirin ji aliyê saziyên Navdewletî wekî Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û welatên biyanî.”

Konferansa Navdewletî derbarê Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê grûpa dostaniya Kurd li Parlemana Ewropayê, Nûnerên Rêveberiya Xweser li Ewropayê, Hevpeymaniya Navdewletî bo Berevaniyê di ber Maf û Azadiyan de û Hevpeymaniya Azad de hatibû amadekirin. Di Konferansê de, parlemanterên Ewropî, kesayetiyên siyasî, lêkoler, akademisiyan û medyakar beşdar bûn.

 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 312 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:45:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x