Independent: Amerîka Kurdan tenê dihêle!

Nûçegihanê Rojhilatanavîn a navdar ya Independent'ê Robert Fîsk, parast ku Amerîka li Rojhilatanavîn bi temamî bêbandor bûye.

25.11.2017, Cts - 10:39

Independent: Amerîka Kurdan tenê dihêle!
Nuçe Belav bike

Rojnamevanê Brîtanî ya Independent'ê Robert Fîsk dibêje, êdî hejmoniya Amerîka li Rojhilata Navîn xilas bûye û Amerîka dê di demek kurt de dest ji Kurdan berde!

Rojnamevanê navdarê Brîtanî û peyamnêrê rojnameya Independent, Robert Fisk ragihandiye, êdî hejmoniya Amerîka li Rojhilata Navîn xilas bûye ji ber ku hejmoniya Rûsya, Îran, Tirkiye û Fransayê li wê herêmê zêde dibe.

Robert Fisk her wiha gotiye, hejmoniya Amerîka li Rojhilata Navîn dê ewqasî biçûk bibe dê mîna pişîka “Çêşayir” lê were û tenê kenê wê bimîne! Êdî li şûna ku Amerîka bêje “erka me di filan şerî de xilas bûye” Îran dibêje “Em di şerê DAIŞ'ê de bi ser ketin!” Ev jî nîşan dide ku hejmoniya Îranê li Rojhilata Navîn xilas bûye.

Li ser helwesta Amerîka li hember kurdan jî Robert Fisk gotiye, Amerîka dê di demek kurt de pişta xwe bide Kurdan jî û dest ji wan jî berde. Amerîka dê xiyanetê li wan bike û wan ji bîr bike!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 735 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:47:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x