Serokê netewa Kurd BARZANî…

Heçê vî navî nizanî ji dîroka pê par î

16.02.2020, Paz - 12:35

Serokê netewa Kurd BARZANî…
Nuçe Belav bike

Di jiyana miletan de, di tekoşîna gelan de serok û serokatî rol û erkekî girng dilizîn. Serok bi ked û cahda xwe, bi xebat û berxwedana xwe, bi nerîn  û dîtinên xwe, bi helwesta xwe ya neteweyî ku ji bona gelê xwe azad bike, dixebite kar û erkên xwe yên serokatiyê tîne cih.

Ji ber vê jî serok û serokatî di jiyana gelan de ciheyekî taybet digire. Loma ew dibin reng û dengê gelê xwe, dibin rêber û desthilata gelê xwe. Ji ber vê jî ew reng û dengê civatê pêk tînin û dibin serok û rêvebirê gelê xwe.

Di civatên pêşketî de her çiqasî rola wan hebe jî ne weke miletên kolonî, bindest û paşde mayî ne. Di civatên paşdemayî de serok bi hêz û qaweta xwe, bi zanebûn û têgihiştina xwe dikare civata xwe jî weke xwe bike. Ango ew çi bifikire, çi bixwazî wê bi saya deshilatiya xwe dixe jiyanê.

Heger em dîroka gelan bixwînin em ê vê yekê pir bi rehetî bibînin. Em ê bibîni û bixwînin ku bê serokên welatan di çi rê û rêbazan de rola xwe, ji bona pêşvebirin an paşde mayîna gelê xwe lîstine.

Em dîsa dizanin û me xwendiye ku jiyana gelan çawa li gor reng û dengê serokên xwe reng girtine û jiyana xwe bi çi awayî bi rê ve birine û dibin, diyar e.

L ê hezar mixabin ku me kurdan heta niha weke hatibe xwestin em li ser rol û erkên serokên xwe ranewestiyane û serok ji hev cûda nekirine. Ya me pesnê hinan daye, ji wan re li çepikan xistiye. Bi bijîbûnê çavên wan kor kirine ku şaşî û çewtiyan nebînin, bi dengê berz guhên wan xetimandiye ku nebihîzin,, me bi vê helwesta xwe ya xerab rê nedaye wan da ku ew tiştên baş ji bona me, ji bona gelê xwe bêjin û binivîsînin.

Li gel van şaşiyan, me rastiya hin serokên xwe jî nedîtine. Em weke hatibe xwestin nebûna pesindarin wan. Heta ji me hatibe em nebûne piştevanê wan. Aha qelsî û nezaniya me ev bû. Loma jî em di vî warî de, di ezmûna xwe ya neteweyî de bi serneketine.

Çima vê dibêjim?

Çi dema em kurd dîroka Barzaniyê nemir û Barzaniyan bixwînin em ê vê yekê pir bi rehetî bibînin ku bê wan çawa ji bona gelê xwe bighêjînin azadî û serxwebûna wî kar kirine-

Ji ber ku di hemî tevgerên Barzaniyan de em xeta neteweyî û wêrekiya kurdewarî dibînin. Lewra jî van herdu xalan kurd li cihanê zindî kirin ku ew bikaribin her bijîn.

Di nava tevgera Barzaniyan de Barzanî yê mezin, serokê neteweyî ê kurdan jî yek ji wan kesayetiyan bû ku di her gav avêtineke wî de em li şopên bîr û baweriyên neteweyî û azadiya kurdistanê dibînin.

Barzaniyê mezin bi wê zanîna xwe, bi wê têgihiştina xwe, bi wê cesaret û wêrekiya xwe ji bona gelê xwe her xebitiye ku gel bighêjîne azadî û serxwebûna wî.

Loma nemir di nava vê tekoşîna dûr û dirêjde ji bona me kurdan rê û rêbazek pêk anî. Ji ber ku wî dizanî bû ku miletek bê rêbaz nikare tekoşîneke li ser asasê netewebûnê bide. Lê me kurdan heta niha jî ew rê û rêbaza wî danî bû baş fêm nekirî ye. Ew baş nexwendiye ku bizanibin wî ji bona me çi gotiye.

Ya rastî ew e ku em çiqasî behsa nemir Barzanî bikin, çiqasî pesnê wî ji bidin têr nake. Loma ez dibêjim heger em ji wî hez dikin, divê em berê her tiştî, rêbaza wî daniye baş fêr bibin, gotinên wî di serê xwe de bi cih bikin ku bikaribin azadiya gelê xwe li ser xeta neteweyî bidin.

Ji ber Barzanîyê mezin gotiye: ”Ew kesên neteweyî nefikirin tim dikarin welatê xwe bifroşin”. Heger hin kurdan li gor vê hevoka wî tekoşîna xwe dabana wê îro wan cahsên Kerkuk radestî dagirkerên xwe kirin, tune bana.

Di tevgera her çar perçên kurdistanê de şopên Barzanî yê nemir heye. Lê ev têr nake. Heger di her çar perçande tevgerên azadîxwaz li gor wê rê û rêbazê tevgeriyabana bawer bikin niha kurdistana mezin hatibû damezrandin.

Ya rastî ew e ku mirov qet û qet nikare bi nivîsekê wî serokê neteweyî yê herçar perçên kurdistanê, nemir Barzanî bide zanîn û wan gotinên wî yên ji bona azadiya gel şirove bike. 

Çi dema kurd bidin ser wê şopa nemir. Wan gotinên wî fêm bikin û têxin jiyanê, wê azadî û serxwebûn bibe para wan.  Ji ber Barzanî dost û dijminê gelê xwe baş dinasî,tim li gor vê tevdigeriya. Loma jî ew felsefa wî bi serket. Û di encamê de em kurd li başûrê Kurdistanê bûne xwediyê xwe û perçeyekî azad.

Ez ê bi çend gotinên nemir vê nivîsê bi dawî bînim û dibêjin; kurdno li ser gotinên serokê xwe Barzaniyê nemir rawestin. Wan bixwînin û heta ji we tê wan bixin jiyanê da ku hûn bikaribin gelê xwe azad, welatê xwe ji bin nîrê dagirkeran derxin û ji bona gelê xwe rehetî û demokrasiyê bîne. Fermo em bi hevre bixwînin bê Barzaniyê nemir ji bona me çi gotiye û aniye zimên.

”Li Azarbeycanê Bakirov dixwest ku Barzanî di bin emrê wî keve. Wî dixwest ku ew emir bide Barzanî û hevalên wî. Lê Barzanî weke tu caran serî ji kesekî re dananî bû, wî ev helwesta xwe li hember Bakirov jî danî û got: ”Heval Bakirov em nehatine vir da ku tu me tehdît bike. Heger ez ji tehdîtan bitirsiyama te ez li vir nedidîtin. Em hatine vir ku dengê gelê xwe ê muzlum bighêjînin soveyeta ku mafê neteweyan diparêze. Lê em ê di her hal û rewşê de şexsiyeta xwe biparêzin. Em serê xwe ji tehdîtên tu milatan re danînin. Divê tu vê bizanibe. Em xelkekî ser bi xwe ne û ne perçekeyêkî ji Azarbeycanê ne.” (Ji romana min Barzan Barzan Digirî)”.

Di roja 17/4/1967an komîteya navendî ya partîya demokrat ya kurdistanê, civîneke berfireh li “Kanî Simaq” li kêleka Gelale saz kir.Di wê civînê de serok Barzanî dibêje;

“Pêwîste em wezîfeya xwe baş bizanibin, ger hemû berpirsên şoreşê ji bo berjewendîya şoreşê kar nekin û xemsariyê di wezîfeya xwe de bikin, em bi xwe dê bîn dujminên xwe û dê bîn xizmetkarên dujminê gelê xwe, divê em têbigihin ramana Gel çiye? Ramana rexneyê çiye? Ramana Kurdatî û Netewatî çiye? Ew berpirsê ji bo berjewendîya xwe ya şexsî dest ji berjewendîya şoreşê berdide, yan ji bo berîka xwe û ji bo pere, yan ji bo xwe mezin kirinê bizavan bike, yan guh nede fermanan û ji sîstemê rêvebirinê derbikeve, ew kes ne kurd û ne xizmetkarê şoreşê ye”.

 

“Heger dilê Gel bi mere nebe, em hezar caran ji niha bihêztir bîn, wê bişkên û emê nekarîn serketinê bînîn”

“Me êrîşa kesê nekirîye û êrîşî kesê jî nakîn, em berevaniyê ji mafên şer’î û ji mal û namûs û jiyana Gelê Kurd dikîn”

“Birayên ezîz hemû serweriyek û hemû bizavek li cîhanê ji bo xizmet kirina milletekê tê kirin, pêwîste ew kesên kar û barên vî Milletî di destan de, tenê berjewendiyên gelê xwe biden pêş çavên xwe û hemû enaniyet û berjewendiyên şexsî ji bîr bikin û her çi karek ji bo berjewendiya Milletî be heger bo wan jî yê xweş nebe pêwîste bikin û bi dûv nefsa xwe ne kevin”

Vî nûçeyê tevayî: 3818 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:31:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x