Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê

Dagirîya Efrînê bila YEyê neşehitîne, li herêma Rojhilata Navîn êdî Kurd hêzek kartêker in, bi peyamên nîvdevkî naxapin.

26.03.2018, Pts - 11:16

Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê
Nuçe Belav bike

Siba li bajarê Bulgarîstanê Varnayê lûtkeya Yekitîya Ewrupayê (YE) heye, ango serokdewletên endamên Yekitiyê dê beşdarê civînê bibin.

Ji ber Bulgarîstan serokê heynê (dewr) ye, lûtke li Varnayê dicive û di rojeva civîna Yekitîyê da, him hinek pirsgirêkên navxweyî taybetî pirsên wekî aborî, bazirganî û ewlehî hene û him jî, pêywendiyên bi Tirkîyê va rojeva civînê ye û Tirkîyê hatiye  vexwendin bona xwarina şîva êvara roja 26î adarê.

 

Bi qasî ku di medyayê têt ragihandin serokdewletê Tirkîyê R. Tayyîp Erdogan jî dê beşdarê civînê bibe.

Di barê vexwendina Tirkîyê û beşdarbûna serokdewletê Tirkîyê da, him di medyaya Ewrupa da û him jî di medyaya Tirkîyê da gellek nüçe tên weşandin.

Berê jî di peywendiyên Tirkîyê û YEyê da hinek pirsgirêk hebûn, diyar e piştê êrişa li ser Efrînê û dagirîya wê, helwestên dijber û rexneyên hinek dewletên endamên Yekitîyê berztir bûn, wekî dewletên Holande, Fransa û pişte damezrandina hikûmetê Almanya…

 

Wekî min got, berê jî di navbera YEYê û Tirkîyê da nakokî hebûn, her çiqas ji dewletên endam hinekan bi helwest û siyasetek dijberî endamtîya Tirkîyê tevgerîyan jî, Tirkîyê jî, taybetî bona demokratîzekirinê daxwaz û hêvîyên Yekitiyê neanîn bicî.

 

Pîvanên YEyê diyar in, taybetî aştî, demokrasî, mafên mirovan û dewletek hiqûkî pîvanên (kriter) damezrîner in, dest ji vana naye berdan, ji ber ku ev nebin YEyê jî nabe.

Bomînak, li Tirkîyê û bakurê Kurdistanê serjimara Kurdan bîst milyon e, lê mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî tine ye, berevajî asimîlasyonek bihêz heye, herweha hemû mafên demokratik û neteweyî di bin êrişên giran da qedexe ne.

Li hemû endamên dewletên YEyê, taybetî mafên kêmjimaran (etnisîte), mafên mirovan û hewletek hiqûkî, ango bi kurtî demokrasi hat bicî kirin. 

Heçkû, em dizanin ku YEyê di eslê xwe da projeyek aştîyê ye, bona aştîya Ewrupa ewil di navbera Fransa û Almanya da dest pê kirîye.

Welatekî aştî lê nebe, demokrasi jî nabe, herweha mafên mirovan û herçûre mafên civakî jî nabin, heftê sal berê Ewrupa ev rastî fam kir.

 

Bi amancê li Ewrupa aştî pêk bêt, di sala 1951an da di navbera şeş dewletên Ewrupî da Peymana Hesin û Komirê ya Ewrupa (PHKE) hat îmza kirin, ji ber ku hesin û komir madeyên xam yên şer bûn, divêbûya li ser bikaranîna vana pişkinan hebûya, ango mebest ji PHKEê aştî, bazirganî û pişesaziyek (endûstrî) pêşketî û hevpar bû.

YEyê di sala 1951an da bi beşdarîya şeş dewletan pêk hat, heta îro bi dehan peymanên hevpar û girîng hatin îmza kirin û îro Yekitî gihîşt 28 endaman, hemûyan jî pîvanên peymanên Yekitiyê, yên bazirganî, aborî û siyasî pêk anîn.

Her çiqas, îro bazirganî û berjewendîyên dewletên endam ketine berî daxwaz û hêvîyên aştîye jî, lê dîsa jî ger hêvîya aştîyê bimre an lawaz bibe, him li Ewrupa û him jî li cîranên wê kaosek civakî rû dide, herweha bazirganî jî bi serbestî nabe, dikeve bin xeterê.

 

Pêvejoya endamtîya Tirkîyê çîrokek dirêj e, bêguman mijarek din e, lê ji sala 1963an û heta îro Tirkîyê ti caran pîvanên endamtîyê neanîn bicî, heçkû pîvanên Yekitîyê hemû pêwîstiyên peymanên wê ne.

Di vî pêvejoyê da Tirkîyê her bi ya xwe kir û ti caran li hemberî peymanên Yekitîyê bidil (samîmî) nebû, her fikirî ku ewê çawa di deriye paş va têkeve nava yekitîyê.

 

Ewil bakurê Qibrisê û îro jî Efrîn.

 

Niha êdî li ber Tirkîyê tenê pêk neanîna pêwîstiyên peymanên YEyê nînin, herweha ew êdî dewletek dagirker e, parçeyek ji dewletek din dagir kirîye û ew jî li dijî hiqûka navneteweyî, YEyê neçar e vê rewşê bide ber çavên xwe.

Lê bele, cihê mixabinîye ku bona lêgerîna xaz û neftê li Behra Spî li başûrê Qibrisê  YEyê nerazîbûn û astengbûna Tirkîyê şermezar kir, lê bona dagirîya Efrînê hêj biryarek Yekitîyê tine ye.

Bêguman, di rojeva civîna bi Tirkîyê va bi giştî mijara Suriyê û taybetî mijara dagirîya Efrînê dê hebe, lê pêwîst e YEyê ne bona berjewendiyên demkurt, berevajî divê li ser pêvejoyekî demdirêj rawest e.

Dagirîya Efrînê bila YEyê neşehitîne, li herêma Rojhilata Navîn êdî Kurd hêzek kartêker in, bi peyamên nîvdevkî naxapin.  

Vî nûçeyê tevayî: 2487 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:12:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x