Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!!

Piştî şerê cîhanê ê dudan û peymana Lozanê kurd kirin çar perçe da ku zû bi zû nikairibin serî hildin. Serî hildin jî wê nikaribin azadiya xwe bi dest bixwin û xwe ji bin koletiya Tirk, Ereb û Ecaman derxin.

20.01.2020, Pts - 13:20

Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!!
Nuçe Belav bike

Me dît, bihîst û xwend têgiştin ku divê ji sed salan carekê dinya ji nûde dizayn bibe, ango guherandinên cidî tê de çê bibe.

Piştî şerê cîhanê ê dudan û peymana Lozanê kurd kirin çar perçe da ku zû bi zû nikairibin serî hildin. Serî hildin jî wê nikaribin azadiya xwe bi dest bixwin û xwe ji bin koletiya Tirk, Ereb û Ecaman derxin.

Eva sed salin ku kurdan li her çar perçên kurdistanê li hember dagirkeran û zilma wan qet ranewestiyan. Her şerê azadiya xwe didan û dan heta ku başûrê kurdistanê hate azad kirin.

Li gor min azadkirina başûrê kurdistanê ji aliyê dewletên mezin sinyalek bû û xwestin bi vê sînyalê bêjin ku dem hatiye divê êdî kurd jî bibin xwedî dewleta xwe. Yên vê biryarê didin ew kesên ku kurdistan kiribûn çar perçe bi xwe ne.

Wê demê ev li gor hesab û berjewndiya wan bû. Lê îro ew hesab û berjewendiya wan bi kurdan re li hev tê. Ev jî ji bona me derfeteke baş e ku divê êdî em jî weke milet, hêz û qawet xwe rê bidin.

Her weha hûn jî dizann ku destpêka vê guherandina ku wê bibe, ji Balkanan dest pê kirin. Bi bihara ereban re geş kirin, hin dewlet hilweşandin, hin desthilat ji karê wan dûrxistin û hin jî kuştin ku bikaribin li gor dilên xwe di vê guherandinê de bi serkevin û bi ser ketiin.

Bi ser ketin lê ne dawî bû. Di van şerên ji bona guherandina rojhilata navîn de, kurdan jî gelek bedel dan û hê jî didin. Lê êdî bedelên kurdan dan û didin dê bê armanc nemîne û nema jî.

Sînyala vê ya ewil azadiya başaûrê kurdistanê bû. Niha weke em dibînin û dizanin ku li rojhilata navên ava serê gelek serdest û dewletan dikele.

Dewletên hevpeyman li gor xwe hin guherandin kirin da ku bikaribin fêr bibin wê çawa di vê cografiyê de bi avakirina dewletên nû bi serkevin. Ew dizanin ku di nava guherandinên hê wê bibin, divê berjewendiya miletê kurd û dewleta wê bê parastin.

Loma divê kurd vê yekê baş bizanibin ku êdî wendakirin wê nebe para wî. Dor hatiye ku dagirkerên kurdan dê yek bi yek ji holê rabin ango wê Emerîka û hevpeyanên xwe li gor dilê xwe guherandinan bikin. Di nava van guherandinan de dê wê li her çar perçan kurd bighêjin azadiya xwe.

Em ê hemî bi hevre bibînin ku wê sala 2020-21an biba ya kurdan. Di navê vê de wê îranê hilweşînin û rojhilata kurdistanê bighêje azadiya xwe.

Piştî hilweşandina gelek dewletan niha jî dor hatiye Îranê dûre tê tirkiyê, ew jî dê bê hilweşandin û li wir jî wê bakurê kurdistanê bighêja azadiya xwe.

Ez ne sihêrbaz im ku van dibêjim. Dema mirov siyaseta Dinya yê û bi taybetê ya Emerîka û hevalbendên wê dişopîne ev eşkere derdikeve holê.

Har bûn ango dîktatoriya Saddam çi anî serê wî, wê ew akûbet bê serê Erdogan jî. Yên Saddam xurt û har kirin niha vê planê li Erdogan diceribînin. Rojên wî jî hindik mane.

Heger Emerîka û hevalbendên xwe vê carê dilê kurdan xweş nekin, dê nikaribin li rojhilata navîn bijîn. Jiyana wan ya li wir jî tenha girêdayî kurdistaneke serbixwe li wir e.

Li vê cîhanê her tişt berjewendî ne, me kurdan ev hê nû fêm kirine. Loma desthilata me jî ligor vê tevdigerin û bi vê helwest, biryar û kiryarên xwe wê ji bona me kurdistaneke azad û serbixwe rahigînin.

Li gor zanyarî, têhiştin û bîreweriya min, Îran di vê salê de hildiweşînin, rojhilata kurdistanê dighêja azadiya xwe. Li dû vê jî tirkiye tê.

Ji ber vê ez dibêjim; pêwîst e kurd vê bibînin û ji nihade bikevin haziriyan da ku di hilweşandina van dewletana de xwe şaşo maşo nekin.

Rohnîkirina şevreşê bi derketandina rojê destpê dike. Dîtina Kurdistaneke serbixwe jî di destpêka guherandina li rojhilata navên de serxwebûna kurdistaneke tê dîtin.

Hazir bin kurdno, roj roja we ye. Loma divê hûn bi hemî hêz û qawetên xwe piştgiriyê bidin başûrê kurdistanê da ku ew finda li wir pê ketiye, şevreşa hemî kurdistanê û Kurdistaniyan ronî bike.

Vî nûçeyê tevayî: 896 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:54:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x