Bubê Eser: Tenê çepekî Tirkan jî Kurdistanê qebûl nake

Bubê Eser derbarê girîngiya ziman de serdema xwe ya li gund û serdema niha berawird dike û dibêje, di dema wan de li Bakurê Kurdistanê axaftina bi Tirkî şerm bû, lêbelê niha zimanê Kurdî ketiye jêr metirsiyeke mezin.

22.06.2020, Pts - 09:48

Bubê Eser: Tenê çepekî Tirkan jî Kurdistanê qebûl nake
Nuçe Belav bike

Nivîskarê Kurd Bubê Eser di bernameya Pencemor a Rûdawê de behsa jiyan, xebat û karûbarên xwe taybet jî qonaxa xebatên xwe yên siyasî û îşkenceyên li zindana Amedê dike.

Bubê Eser derbarê girîngiya ziman de serdema xwe ya li gund û serdema niha berawird dike û dibêje, di dema wan de li Bakurê Kurdistanê axaftina bi Tirkî şerm bû, lêbelê niha zimanê Kurdî ketiye jêr metirsiyeke mezin.

Li ser destpêkirina xebata xwe ya siyasî Bubê Eser dibêje karîgeriya Şoreşa Îlonê li ser siyaseta Bakurê Kurdistanê jî hebû ku bi gotina wî piştî serhildan û komkujiya Dêrsimê ketibû nav bêdengiyê û diyar dike, di bin wê bandorê de 1965an Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDK-T) ava bû bo Kurdên Bakurê Kurdistanê birêxistin bike, alîkariya Başûrê Kurdistanê bikin û amadekariyên şoreşekê bikin.

Herwiha ew nivîskarê Kurd behsa nêrîn û dîtina partiyên çep ên Tirkiyê li pirsa Kurd dike û dibêje, wê demê ti partiyeke çep a Tirkiyê meseleya Kurd û Kurdsitanê qebûl nedikirin û “digotin, ‘em bira ne û em dê bi hev re têkoşîna sosyalîzmê bidin’.”

Bubê Eser dibêje di salên 70ê de, di bin sîwana Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê de wan bi dizî xebatên siyasî birêve dibirin ji ber zextên dewletê û heyamekê navê partiyê nehênî ma, lê wan xebatên xurt birêve dibirin.

Bubê Eser diyar dike destpêkê armanc bidestxistina otonomiyê bû, lê  piştî tevgerên şoreşgerî xurt bûn li Bakurê Kurdistanê êdî gelek rêxistinan, otonomî kêm ditîin û armanca xwe weke bidestxistina serxwebûna Kurdistanê diyar kirin.

Bubê Eser di sala 1955an de li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî jidayîk bû. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Mêrdînê xwedn û sala 1975an li ser beşa Akademiya Zanistên Aborî û Bazirganî li Zanîngeha Enqerê dest bi xwendina bilind kir lê di dawîn sala zanîngihê, di 2ê Sibata 1980an de ji aliyê polîsê Tirkiyê ve hat girtin.

Ew nivîskarê Kurd di wê qonaxa zindanîkirinê de bo maweyê zêdetir ji 72 roj rastî îşkencên mezin hat û 3 salan jî bi giştî di zindana Amedê de ma û 19ê Gulana 1983an hat berdan, lê piştî azadbûna xwe ji zindanê Bubê Eser hem ji ber ji zext û fişara dewletê û hem jî ji ber nexweşiya xwe ya encama îşkecên li zindanê, neçar ma ku welat bicî bihêle û sala 1983an li Swêdê bicih bû.

Bubê Eser ku di hejmareke kovaran de nivîsên wî hatine belavkirin, romanên Jiyan, Gardiyan, şanoya bi navê Zewaca Şaş, kurteçîroka bi navê Sîno Bû Efendî, Şanoya bi bi navê Dîroka Reş û Anfal û Jenosîd nivîsandine û pirtûkên wî bo çendîn zimanan hatine wergerandin.


 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 682 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:56:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x