Eslîxan Yildirim: Peymanên Sewr û Lozan û Xayîntiya bi Kurdan re -2-

Şêx Mehmûd alaya Kurdistanê li Ranyayê daleqandiye. Di 8’ê Çileya 1923’yan de Smeîl Axayê Şikakî bi serbilindayî dikeve Silêmaniyê, esker jê re merasîma fermî çêdikin, heft pare top tê avêtin, betlaneya ji bo rojekê tê îlankirin.

27.07.2020, Pts - 10:12

Eslîxan Yildirim: Peymanên Sewr û Lozan û Xayîntiya bi Kurdan re -2-
Nuçe Belav bike

Di dema ku Konferansa Lozan dom dikir, di dawiya meha Berfanbara 1922’yan de, ji Bexdayê ev agahî li Başûrê Kurdistanê tê belavkirin: “Hikûmeta Brîtanyayê û Hikûmeta Iraqê, di nav sînorên Iraqê de heqê avakirina Hikûmeta Kurdan a ji aliyê Kurdên ku li nav tixûbên Iraqê dijîn qebûl dike û divê ku bendên Kurd ên cuda cuda di demeke gelekî kurt de, di nav xwe de li hev bên da ku biryar bidin ew ê şeklê hikûmetê çawan be û sînorên wê kîjan deveran bigire nav xwe û li hêviyê ne ku ew heyeta wan a rayedarkirî bişînin Bexdayê da ku li ser têkiliyên aborî û siyasî yên ku wê bi hikûmeta Majeste re û bi hikûmeta Iraqê re bên danîn, gotûbêjan bikin.”

Şêx Mehmûd alaya Kurdistanê li Ranyayê daleqandiye. Di 8’ê Çileya 1923’yan de Smeîl Axayê Şikakî bi serbilindayî dikeve Silêmaniyê, esker jê re merasîma fermî çêdikin, heft pare top tê avêtin, betlaneya ji bo rojekê tê îlankirin.

Di hevdîtinên ku li Sîlêmaniyê di navbera Smeîl Axayê Şikakî û Şêx Mehmûd de pêk tên, yekbûna herdu tevgeran û daxwazên hevpar tên rojevê. Dûra di bin serokatiya Smeîl Axayê Şikakî de desteya pêşewayên Kurd, li Hewlêr û Silêmaniyê bi efserên siyasî yên Birîtanyayê re hevdîtinan pêk tînin û biryar didin ku di sînorê Tirkiyê û Îranê de dewleteke Kurd a ji aliyê Brîtanyayê ve destekkirî, bê avakirin. Di van civînan de Seyîd Taha jî heye.

Hin kes sebeba neavakirina Kurdistanê bi hewldanên pêşewayên Kurdan û bi şeklê tevgera Kurdan ve girê didin. Ev ne rast e. Esas a ku Kurdistan perçe kiriye çavberdana dewletên mêzin a dewlemendiya wê ye, rewşa wê ya stratejîk e. Ma qey mezinên Kurdan wek ên Ereban, xelkê Kurd wek Ereban nedihatin. Lê Ereban gelek dewlet ava kirin û Kurd nebûn xwedî otonomiyê jî. Erdên Ereban dûrî navenda Osmaniyan Stenbolê ne û bê bertekî bi Ewrûpiyan re lihev kirin. Kurd di nav saziyên Osmaniyan de xwedî cihên girîng bûn û digotin di van rojên teng de em ê çawa dev ji birayê xwe yê Tirk berdin. Wek gelek deman Kurd ji avakirinê re xebitîne ne jî xerakirinê re. Hişkereye ku Kurd tevde li ser lingan in, bi qedirdayîna bilind ya netewa xwe doza heqqê xwe dikin, tenê kêmaniyek wan heye, ne xwedî artêşek tekûz û sîlehên bi teknîka demê ne. Yanî ewqas berxwedan, li hember tiyare û bombê bi ser wan de hatin barandin wê negihe tu encamê.

Dema mirov xeyala xwe bidêyê, her ku li Başûrê Kurdistanê geşedanek ji bo Kurdan çêdibû, Hikûmeta Enqereyê jî behsa ‘Kurdistana Otonom’ tîne holê, lê newêre pêde here, ji bo ku qet quwetek nekeve destê Kurdan da ku nemînin bi destê xwe.

Di 16/17’ê Çileya 1923’yan de Mustefa Kemal li Îzmîtê ye, civînek çapemeniyê li dar dixîne. Sernivîskarê Rojnameya ‘Vakît’ Ahmet Emîn Beg ji Mustefa Kemal dipirse “Pirsgirêka Kurdîtiyê çi ye? Heger hûn wek pirsgirêkeke navxweyî behs bikin dê baş be.” Ew jî wiha bersiv daye:

“Pirsgirêka Kurd; ji bo berjewendiya me, yanî ji bo ya Tirkan jî qet nabe dabaşa mijarê. Wek ku hûn jî dizanin, Kurd ên ku di nav sînorê me yê neteweyî de hene, wisan bi cih bûne ku li kêm cihan zêde ne. Lê, ji ber ku ev zêdebûna xwe jî hêdî hêdî winda kirine û hingî ketine nav Tirkan, sînorekî wisan çêbûye ku heger em li ser navê Kurdîtiyê bixwazin sînorekî bikişînin, wê gavê hewce dike em Tirkîtiyê û Tirkiyeyê mehf bikin. Mesela, divê ku em li sînorekî wisan bigerin ku heta Erziromê diçe, heta Erzinganê, Sêwazê diçe, heta Xarpêtê diçe. Û heta divê ku em eşîrên Kurd ên li çolên Qonyayê jî bînin ber çavên xwe. Lewma, li şûna ku em Kurdbûneke bi serê xwe bifikirin, li gorî pêwîstiya qanûna Teşkîlata Esasî, jixwe ew ê cureyek otonomiyên cihkî çêbibe. Bi wî awayî gelê kîjan lîwayê Kurd be, îcar ew ê xwe bi xwe wek otonom îdare bike. Ji bilî vê, gava ku behsa gelê Tirkiyeyê bê kirin, hewce ye ku  Kurd jî bên îfadekirin. Dema ew neyên behskirin, her tim mimkûn e ku ji vê yekê ji bo xwe pirsgirêkan çêkin. Niha Meclîsa Mezin a Miletê ya Tirkiyeyê hem ji wekîlên Kurdan hem jî ji yên Tirkan pêk hatiye û van herdu gelan hemû berjewendiyên xwe û qederên xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî bişirîkatî ye. Mirov rabe xetên sînorekî cihê bikişîne wê ne rast be.”

Îsmet Înonu jî di 23’yê Çileya 1923’yan de, di gotûbêjên Lozanê de, wiha pesnê Kurdan û behsa xwestekên wan dike:

“Mafên ku mafên hemwelatîyê û qabiliyetê wan negire nav xwe û mafên ku tê gotin qaşo wê ji bo hêrêma otonom bên naskirin, tu carî wê têra nîjadeke esîl ê mîna nîjada Kurd neke... Ev fikarên ku bi qasî Kurdên Mûsilê, ji bo Kurdên li Anatoliyayê yên li deverên din jî derbas dibin diyar dike, bê çima ev serê çar salan e ew otonomiya derewîn a ku dane rûniştvanên li beşa rojhilata wilayeta Mûsilê ew qayil nekirine û çima bi wan nedane qebûlkirin ku bibine wek wan însanên ku bi rastî ketine bin îdareya mêtingehiyê de.”

Li Lozanê roja 23’yê çileya 1923’yan, di dema gotûbêjên li ser Mûsilê, serokê heyeta Ingilîzan Lord Curzon behsa serhildanên Kurdan dike û diyar dike ku Kurd ji îdareya Tirkan ne memnûn in. Li hemberî vê yekê Îsmet Paşa dibêje “Bi qasî ku Hikûmeta Meclîsa Mezin a Milet ya Tirkan e, ya Kurdan e jî, Ingilîz hîn neketine Silêmaniyê, gelê Kurd û Ingilîz jî tim bihevre şer dikin. Fermandarên artêşa Tirk ên ku ketine Şerê Cîhanê û Şerê Serbixwebûnê, xizmetên gelê Kurd ên ku ji bo rizgariya welêt û fedekariyên ku nîşan dane bi rêz û heyranî pêşwazî dikin.” û dibêje ku, di van şeran de “Kurd û Tirk bi hevkarî xebitîne.”

Heyeta Ingilîzan heqqê Kurdan qebûl dikin û di derbarê netewa Kurd de ji Ismet Înonu bêhtir xwedî agahî ne, lê dixwazin Mûsilê bi Iraqê ve girêdin, ji ber ku bêyî Mûsil ew ê pir qels bûya. Îngiltere di 1922’yan de ji aliyê aborî ve di qirîzê de ye. Ew 10 sal bûn Osmanî jî di şer de bûn, ji bo Mûsilê taqeta wan û şer nemabû. Rewşa Îranê jî heman tişt e. Yanî tu yek ji wan ne xwedî wê hêzê ye ku karibe bi mudaxeleyeke leşkerî bi hêzên din tevde re şer bike. Lewma her yek ji wan ji bo parçeyê ku di destê wan de bû winda nekin her cure dek û dolab digerandin. Dawî ji tevda re ya rehet payêkirina Kurdistan bû, bêyî ku tu alî mafên Kurdan bînin holê. Ji ber ku xurtbûna perçeyek Kurdan talûkeya ku karibin dest bavêjin parçeyên din bi xwe re dianî. Îca her alî ji bo Kurdên li nav parçeyên xwe haş bikin, wek ku dixwazin ji Kurdan re bibin alîkar dixuyên, lê gavek li pêş û dudu li paş tên avêtin; ev jî dike ku Kurd wext û qewetê winda bikin.

Dîsa Kurd bi gotina hatibûn xapandin, ku ev şekil danûstendina rêveberiyê xerîb bû ji wan re. Wek ku di gelek belgeyan de tê xuyakirin, hertim hatiye ziman ku heyeta Meclîsa Enqereyê Kurd û Tirkan temsîl dike, ma ewqas civîn û gotinên giregiran çawa wê tu cihekî negre, ma dihat aqilê kê ku heya bi zimanê wan wê bê qedexekirin û her levzek Kurdî bêjin wê ceze bixwin. Heya wê rojê kesek tiştekî bi vî rengî nedîtibûn. Mustafa Kemal hertim anîbû ziman ku, ka pêşî em welatê xwe ji dujmina xelas bikin, dûra em ê li hev rûnin û di nav xwe de meseleyê xwe hal bikin. Kurd jî bi serê xwe ne xwedî hêza ku karibin li hemberî van dewleta hemûyan derkevin; ew mecbûr bûn xwe bi aliyekî ve bigirin. Ji bo Kurdistan perçe nebe dilê gelek Kurdan bi ser Tirkiyeyê ve ye, lê ew dibêje qey gotin û soze hatine dan wê bê cih û hayê gelekan ji felaketa netewdewletiya Tirkan ku bi ser wan de tê tune.

Ji bo tev li konferansê bibin temsîlvanên Kurd jî hatibûn xwestin, wek temsîlê Kurdan bi Îsmet Înonu re di delegasyonê de mebûsê Kurd Zulfu Tîgrel jî çûbû, lê roja ku mijar Mûsil bû xwe wek nexweş dabû xuyakirin, ji odeya xwe derneketibû û her tişt ji Îsmet Înonu re hiştibû. Xuyaye di nav xwe de wilo biryar stendibûn. Ji ber pirsgirêkên ku li Sewrê danîbûn ber Kurdan, mebûsên Kurd nedixwestin li wir wek Kurd bi dewletên Ewrûpî re bibin muhatab ku mijarên Sewrê dîsa deynin ber wan û tenê dixwestin Mûsil tev li perçê din yê Kurdistanê bibe da ku dûra ew û Tirk li hev rûnên û dewleta nû bihevre bi rê ve bibin. Ne wek delegasyonê Kurdan çûbe jî Îsmet Înonu jî Kurd bû û serokê delegasyonê bû û hertim digot em Kurd û Tirk me biryara bihevrebûnê daye, em tevde milletê musulman in.

Di serê hevdîtinên Lozanê de her çiqasî Îsmet Înonu xwestibe Mûsil bidest bixîne jî, dibîne ku Ingilîz tûjtir bi ser meseleyê de tên, ew jî sist dibe û hiştina mijarê ji Cemiyeta Miletan re derdikeve holê. Ji aliyekî ve Heyeta Ingilîzan fêm dike ku Îsmet Înonu dikare dev ji Mûsil berde heke li başûrê Kurdistan heq nedin Kurdan da ku sibe dusibe ew ji Kurdên bakur re nebin mînak. Ji zimanê hev fêm dikin û gotin dadigere ser firotina Mûsil, ka di miqabil wê de çi dihat xwestin. Bêyî tu zehmetiyan derketina ji Stenbol ya Ingilîz, Frensiz û Îtalîyan, dana paya ji petrola Mûsilê... Lê gerek Îsmet Înonu pêşî bihata li Enqerê ev bida qebûlkirin.

Di hevdîtinên li Lozanê de roja 4’ê Sibata 1923’yan ba ber bi ku kêşeya Mûsilê ji bernameya Konferansa Aştiyê ya Lozanê bê derxistin û ji bo ku her du alî di nav xwe de li ser vê meseleyê li hev bikin herikî û konferans hat betalkirin. Ev ji bo Tirkiyeyê gava fermî ya ber bi windakirina Musilê de bû. Helbet Ismet Înonu hertim di derbarê rewşê de telgraf dişandin Enqereyê û bêyî Mûstafa Kemal tu gav netavêtin. Dema Îsmet Înonu vedigere û di meclisê de ji bo peyman bi vî awayî bê qebûlkirin diaxive, meclis li bin guhê hev dikeve lê Mustafa Kemal hevaltiya wî dike.

Li gel ku mebûsên Kurd û ne Kurd dana Mûsilê bi tundî red dikin, derbarê vê yekê de biryarekê bi meclîsê nikarin bidin stendin. Bi temamî hukmê Mûstafa Kemal û Îsmet Înonu  yê ku bi her awayî pê ve girêdayî ye derbasdar e, wan jî biryara jidestberdana Mûsilê stendibûn. Ji aliyekî ve Ismet Înonu ji bo ji nû ve li Lozan hevdîtin pêk were bi rayedarên Ingilîzan re têkilî datanî. Ji aliyê din ve Mûstafa Kemal ket tevgera feşkilandina meclisê ya ku xuyabû qet vê Peymana Lozan îmze neke. Mustafa Kemal meclisê bela dike û di şûna wê de kesên hevalbendên xwe dike mebûs û incex bi wî awayî pêvajoya Peymana Lozanê dimeşîne. Di vê derbarê de çavkanî pir in û ê ku bixwaze bi rehetî dikare xwe bigihîne van agahiyan. Bi kurtasî biryar hat dayîn ku Mûsilê ji Ingilîzan re bihêlin, bi şertê ku Kurd ber xwe nebînin. Ji xwe ji niha û pê de di herdu aliyan de jî ji bo Kurd û Kurdayetî bihata tunekirin wê bername bihatina meşandin.

Di cepheya Ingilîzan de xizmeta ji vê nerînê re di demeke kin de dest pê kir. Piştî ne bi gelekî rayedarên Ingilîz biryara ku Şêx Mehmûd xelas bikin distînin û dîsa dest bi bombebaranên li ser Kurdan dikin. Di 22’yê Sibata 1923’yan de yekîneyên Hindistanê tînin herêmê û fîloyeke mezin a ji 20 balafiran li esmanên Kerkûkê xuya dike. Di 24’ê Sibatê de bela dikin ku hikûmeta Şêx Mehmûd nas nakin. Silêmanî careke din bi bombekirina Hêzên Hewayî yên Qraliyetê re rû bi rû dimîne. Di 4’ê Adarê de Şêx Mehmûd mecbûr dimîne ku Silêmaniyê terk bike û derkeve serê çiyayê xwe.

Li Meclîsa Enqerêyê li ser Mûsilê gelek munaqeşe çêdibin, tê wê radeyê ku sîleh li hev bikşînin. Piraya mebûsan Îsmet Înonu bi xayînti îtham dikin û dixwazin wezîfeya wî bê betalkirin. Ji mebûsên Kurd ên li Meclîsê Yûsif Ziya Beg dibêje ku, veqetîna Mûsilê tê wateya parçekirina welatê Kurdan û divê ku ew bi birayên xwe re yên li Bakur bibin yek. Di 6 ê Adara 1923’yan de dibêje ku “...Kursiyeke Mûsilê di dîroka Kurdan de heye. Gelî hevalan, çawan mirov nikare insanekî bike du parçe yan jî parçeyekî wî jê bike, ji Tirkiyeyê veqetîna Mûsilê jî ne mimkun e, hevalino. Terk û li rastê hiştina Mûsilê, pi paş de avêtina ji bo salekê, ji bo şeş mehan, lîstikek pir bixeter e...”

Meclisa Millet biryar stendibû ku heta xelasiya welat tekûz bike wezîfeya xwe dom bike, lê di 16 Nîsana 1923’yan meclîs hat belakirin û hevdîtinên Lozanê di 23’yê Nîsanê de careke din dest pê kirin. Piştî bazarên ku heft mehan domiyabûn, di 24’ê Temmûzê de peyman ji aliyê Îsmet Înonu û berpirsên din ve hat îmzekirin. Di peymanê de kêşeya Mûsilê di cih de hatibû hiştin. Xala 3’yem a peymanê ya derheqê Mûsilê de wiha ye:

“Sînorê di navbera Tirkiye û Iraqê de, ew ê di nav neh mehan de, bi riya lihevkirina dostane ya di navbera Tirkiye û Brîtanyaya Mezin de wê bê diyarkirin. Di nav dema hatiye behskirin de, heger herdu hikûmet li hev nekin ew ê mijarê bibine Konseya Cemiyeta Miletan. Hikûmetên Tirk û Ingilîz, heta derbarê mijara sînor de bigihîjin biryarekê, ku qedera qethî ya herêmê girêdayî vê qerarê ye, teahûd dikin ku bi hawê rewşa niha ya herêmê biguherîne ew ê çalakiyeke leşkerî yan jî ya bi cureyê din nekin.”

Ji ber ku piraya mebûsan Peymana Lozan qebûl nedikir Meclisa 1’emîn ya rojê giran hatibû belakirin. Di gel ku ji ber hiştina Mûsil, di meclisê de Ismet Înonu wek xayîn dihat binavkirin û dixwestin wezîfeya wî jê bê stendin, dîsa ew çûbû Lozanê û peyman îmze kiribû. Loma Peymana Lozanê ne derbasdar e, bêyî îrada millet hatiye îmzekirin.

Ewqas tekoşîna ji bo xelasiya welat ketibû riyek din û Mûstafa Kemal wê ji padîşah zêdetir bibûya xwedî erk. Mustafa Kemal muxalefet tevde tasfiye dikirin û bi lez û bez xwe ferz dikir li ser her tiştî. Meclisa nuh ji zilamê xwe ava kiribû. Ne tenê li hember Kurdan hatibû guhertin, hevalê xwe yê herî nêzîk jî bi mahneyekê bertaraf dikirin û tenê ya xwe dimeşand. Taqet bi xwe re ne didît ku bi Ingilîzan re şer bike, lê çawa be Kurdê ku xwe spartibûnê di nav lepê wî de bûn, bê çek bûn, kuştin û talankirina wan rehet bû.

Ingilîzan jî pêvajo xweş tehlîl kiribûn, di 4’ê Kewçêra 1923’yan de Wekaleta Komîseriya Bilind a Iraqê ji bo Sekreteriya Wezareta Koloniyan, di derbarê Mûsilê de wiha nivîsîbû:

“Li gorî ku ez ji hin çavkaniyan hîn bûme, biryardarbûna Tirkan a der heqê Kurdistana Başûr de, xwe dispêre wê baweriyê ku em ê otonomiyê bidin herêmên Kurdan ên li Iraqê. Ev yek wê bibe sedem ku Kurdên di bin îdareya Tirkan de hatine hiştin reaksiyonê nîşan bidin û zorê bide wan ku ew jî otonomiyê bixwazin. Heger em bi awayekî resmî ji Tirkiyeyê re teahûd bikin ku bi guhertina mercan me dev ji fikara dayîna otonomiyê ya ji bo Kurdan berdaye, ku ew di Peymana Sewrê de cih digire û mebesta me ew e ku em hemû herêmên Kurdan heta tixûbê li aliyê Mûsilê bi ser Mezopotamyayê ve (Iraqê ve-E) berdin, ez wisa difikirim ku ew ê gotûbêjên der barê sînor de gelekî rihet bibin.”

Îcar biryar li gorî vê ramanê pêk tên. Hewldaneke herî biçûk a Kurdan li kîjan aliyî be bila bibe, bi fikara ku wê bandorê li Kurdên aliyê din bike, hemû bi hev re wê li dij bisekinîna. Di Temmûz û Tebaxa 1923’yan de Ingilîzan careke din dest bi bombebarandina li ser Silêmaniyê kiribûn.

Tirkiye jî bi makekanûna 1924’an de wê dijayetiya xwe ya li hemberî Kurdan pir zelal bikira. Bi vê makeqanûnê zimanê Kurdan, çanda wan û kesayetiya wan tê înkarkirin. Nêrînên di 9’ê Adara 1924’an de ji aliyê komîsyona ku Makekanûna 1924’an amade kiribû, raman û riya wê bê meşandin bi awayekî hişkere îfade dikir:

“Dewleta me dewleteke neteweyî ye, ne dewleteke pirnetewe ye. Dewlet ji Tirkan pê ve miletekî din nas nake. Di nav memleket de, kesên ku ji nîjadên din in û divê xwedî heman maf û hiqûqê bin hene. Lê ne mimkun e ku mirov li gorî rewşa wan a nîjadî mafan bide wan an jî tiştên ku were wê wateyê bike. Wekî her miletekî nû, dibe ku miletê Tirk jî kesên ne ji heman nîjadî vehewîne nav xwe. Lê tenê miletê Tirk xwedî wê hunerê ye ku dikare hemû nîjadan li hev kom bike.”

Xelîfetiya ku ji bo gelên Osmanî pir girîng bû, di 4’ê Adara 1924’an de ji aliyê Meclîsê ve tê hilanîn; bi rakirina xelîfetiyê banê hevalbendiya ser bingeha misilmantiyê ji holê hatibû rakirin. Di cih de, hin rêzetedbîrên li dijî Kurdan jî hatin stendin. Girtina dibistanên Kurdan, qedexekirina axaftina bi Kurdî, cezakirina rêber û pêşengên Kurdan, înkarkirina hebûna Kurdan, zordarî û hwd.

Ji bo meseleya Mûsilê ku li Lozanê hatibû taloqkirin heyetên Ingilîz û Tirkan di navbera 19’ê Gulanê û 5’ê Hezîrana 1924’an de li Stenbolê li hev civiyan û bêyî bigihîjin encamekê dawî li gotûbêjên xwe anîn. Bi vî awayî çareseriya pirsgirêkê ji Cemiyeta Miletan re ma. Jixwe ji roja ku taloqkirina meseleya Mûsilê ket rojevê Meclisa Enqereyê zanîbû ev tê wateyê windakirina Mûsilê û pevçûnên giran qewimîbûn. Çûn û hatinên ji niha û pê de tenê xwesteka hîn bêhtir berjewendiya yê aliyan li miqabil hev e.

Komîsyona Cemiyeta Miletan wê pêşî biçûya Londonê, paşê Enqereyê û dûre jî derbasî Başûrê Kurdistanê bibûya da ku serî li fikar û nêrînên xelkê Kurd bida. Ew di 16’ê Çileyê 1925’an de digihên Bexdayê. Di vê demê de ji bo ku Igilîz bidin nîşandan bê bi Mûsilê re çiqasî di nav ahengeke tam de ne, li cepheya Iraqê xebateke bêsekin heye. Qral Faysal jî ji komîsyonê re di derbarê Mûsilê de digot ku, mesele hebûn û nebûna Iraqê ye.

Komîsyona Tehqîqatê, li Vîlayeta Mûsilê piştî lêkolînên sê mehan raporek amade kiribû. Komîsyon vê raporê di 16 Temmûza 1925’an de pêşkêşî Konseyê dike, em li çend gotinên raporê binêrin:

“Kurd, piraniya nifûsê pêk tînin. Ew ne Tirk ne jî Ereb in. Bi zimanekî aryan diaxivin. Bi tenê Kurd û Ereb civatên qerebalix ên ku li warên mezin bi cih bûne pêk tînin. Ji bo çêbûna xeteke bi armanca veqetandina nîjadên cuda, mirov kare tenê belavbûna bi zêdebûn a van her du hêmanên nifûsê bide ber çavan. Ev xet, wê di çolên bibereket û xwedî nifûseke zêde de bibihure, Mûsilê bibire û ber bi nuqteya ku Çemê Dîcleyê û Zêya Biçûk digihên hev dakeve. Nîjadên din hemû, li her aliyê welêt belav bûne.... Heger em mecbûr bana tenê netewetîyê bidin ber çavan, divîbû biryara avakirina dewleta Kurdistan jî mecbûrî bûya, çinkû ji heştan pêncê nifûsê Kurd in...

 Em di nav Kurdan de hişmendiyeke neteweyî ya mezin dibe dibînin ku bi awayekî hişk alîgirê Kurdayetîyê ye û ne ji bo Iraqê ye; ev hiş li başûr bi awayekî hîn xurt bi pêş ketiye û gava ber bi bakur ve diçe qels dibe, li çiyayên Eqreyê û li deşta Mûsilê bi tevayî winda dibe. Li hêla din di nav Tirkên li wilayetê de jî, bi awayekî hişkere hişmendiya neteweyî xurt e. .... (Heger) beyanên li hemû parçeyên herêmê li ber çavan bên girtin, pir hindik, bi awayekî muhtemel wê ber bi Iraqê ve bikeve. Ligel vê yekê, ev beyan gelekî tên guhertin û ji aliyên şertan ve wisan hatine dorpêçkirin ku ji bo statûya siyasî ya welêt a di dahatûyê de, bi tena serê xwe wek bingeh nikare bê dîtin... Heger rejîma mandayê di wexteke kurt de bi dawî bibe, gelek alîgirên Iraqê wê bixwazin dîsa tevî Tirkiyeyê bibin.

... Komîsyon bi mebesta ku îmkanê bide bipêşketin û biqewetbûna dewleta nû, gihîştiye baweriya ku divê şeklê birêvebirinê ya heyî ya mandayê ji bo demekê bê domandin.

... Divê rêz ji daxwazên Kurdan re bê girtin, yên derbarê welatê wan de; kesên ji nîjada Kurd wek erkedar ji bo rêveberiya edaletê û perwerdehiya dibistanan bên tayînkirin û zimanê fermî yê di van hemû xizmetan de bi Kurdî be.

Komîsyon gihiştiye wê qin’etê ku, heger kontrola Cemiyeta Miletan a li ser wadeya peymana çar salî ya ku di navbera Brîtanyaya Mezin û Iraqê de derbasdar e, bi dawî bibûya û heger derbarê mijara otonomiya herêmî de teqez aminiya Kurdan neanîna, ew ê piraniya gel serweriya Tirkan ji ya Ereban çêtir bidîta.”

Komisyon di gel ku hin rastiyê Başûrê Kurdistan anîne ziman, hişkere ye ku terefgiriya Ingilîzan hatiye kirin û giranî dane ser liserlingahiştina dewleta nû, Dewleta Iraqê.

Li Enqereyê, li Meclîsa Mezin a Milet ya Tirkiyeyê(îca Tirkitiya dewlete pir hişkere ye), her çiqas ne wek Meclisa 1’emîn be jî, li ser meseleya Mûsilê nîqaş û gengeşe çêdibin. Dîsa jî Peymana Enqereyê di 5’ê Hezîrana 1926’an de hat îmzekirin û hiştina Mûsilê ji Iraqê re li ser kaxetan jî hat pesendkirin. Bi vî awayî Kurdistan hat parçekirin û parvekirin, ji ber vê peymanê jî ev sed sal e Kurd di bin zilm û zordariyê de ne. Kurdan jî tu carî ev peyman qebûl nekirine û serhildanên wan bê navber heya roja me dom kirine.

 

WEK ENCAM:

1- Bi Peymana Sewrê Kurdistan dihat perçekirin û pêvajo diket destê Erwûpiyan, loma Kurdan ev peyman qebûl nekirin.

2-Piraya Kurdan li ser bingeha wekheviyê bi Tirkan re tekoşîn kirin, heta yê ku Tirkiye ber bi avakirinê de bir Kurd bûn, bi tekoşîna di sînorên Rûsya de heya bi Hatayê. Yan na dewletek biçûk ya ku li Sewrê hatibû destnîşankirin ji aliyê rayedarên Osmanî ve hatibû qebûlkirin; lê mixabin wek gelek caran dîsa bi Kurdan re xayîntî hate kirin û rewş veguherî çerqa tunekirina Kurdan.

3- Kurd tu carî xwe wek hindikahî qebûl nekirine, ji ber ku ew unsûrên eslî yê welatê xwe bûn û rêjeya nufûsa wan ya di hundirê Mîsakî Millî de ji ya Tirkan zêdetir bû.(Dema mirov nufûsa wê demê û mubadeleyên piştî Lozanê jî bide ber çavan, ev pir zelal e.)

4-Ji ber ku qeweta şer bi xwe re nedîtine Mustafa Kemal Mûsil feda kiriye û berê xwe daye Kurdên ku di her merheleyî de pê re bibûn alîkar, heya bi dema ku hukûmeta Stenbol şenaqa wî dabû jê re bibûn pişt.

5- Bi makeqanûna 1924’an bi temamî înkara Kurdan zelal bû, Kurd ji mafê herî biçûk yê hindikahiyan jî man mehrûm û bi dû de serhildanên Kurdan yê berfireh dest pê kirin.

6- Bi perwerdehiya sed salî û pêşdeçûna netewperestiya Tirkitiyê, îro Mîsaqi Millî bi awayekî din tê bilêvkirin ku tu eleqeya wê bi rastiyê re tuneye. Di pêvajoya Sewr û Lozanê de, bi şertê wekheviya bi Tirkan re, Kurdan xwestibû welatê wan perçe nebe û başûrê Kurdistan têkeve sînorê Mîsaqi Millî.

7- Mûsil di ber Stenbol de hat dan, piştî Peymana Lozan hat îmzekirin di 6’ê Kewçêrê 1923’yan de eskerên Ewrûpiyan ji Stenbolê bi merasîm, bi selamdana beyreqa Tirkî xatirxwestin, bi çepik û bi barandina gulan bi ser wan de berê xwe dan welatê xwe.

8- Neheqiya ku li Kurdan hate kirin ev sed sal in kiriye ku di dewletên Kurdistan li hev payê kirine hertim şer û windahî hebin.

 


 

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:55:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x