ENKSê naveroka civîna ligel Mîxaîl Bogdanov aşkere kir

Berpirsê Desteya Peywendiyên Derve yê ENKSê Kamîran Haco naveroka civîna ENKSê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê û Nûnerê Serokê Rûsyayê yê Rojhilata Navîn û Efrîqayê aşkere kir.

31.01.2020, Cum - 09:11

ENKSê naveroka civîna ligel Mîxaîl Bogdanov aşkere kir
Nuçe Belav bike

Berpirsê Desteya Peywendiyên Derve yê Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Kamîran Haco derbarê naveroka civîna ENKS û Mîxaîl Bogdanov ji BasNewsê ra axivî. Kamîran Haco da zanîn bi giştî civîn derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bû. Herwiha wan tekezî li ser wê yekê kiriye û dilxweşiya xwe anîne ziman derbarê hebûna hêzên Rûsyayê li Rojavayê Kurdistanê ku hewla aramiyê li Rojavayê Kurdistanê didin.

Di berdewamiyê jî da Haco daye zanîn ku ENKSê behsa hewlên guhertinên demagrofiya Rojavayê Kurdistanê jî kiriye û aliyên Rûsyayê ragihandine ku ew ê rêliber wan guhertinan bigirin.

Kamûran Haco got: ”Di civînê da Bogdanov pişitgîriya xwe bo mafên kurdan û hemû pêkhateyên ayînî û neteweyî yên Sûriyê derbirî û di çarçoveya biryara navdewletî da biparêze. Lêbelê ligel wê yekê ye ku rejim vegere hemû deverê. Me got em damane di çarçoveya yasayên navdewletî da danûstendinê bikin. ”

 Herwiha Kamîran Haco amaje jî bi wê yekê kir Bogdanov ragihandiye wê di çarçoveya Sûriyê da mafên kurdan parastî bin.”

Duhê çarşemê Mîxaîl Bogdanov bêyî serdana Bexdayê bike, hatibû Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serok Mesûd Barzanî  û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û ENKSê civiya bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:49:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x