Li Helebê şer di navbera grûpên çekdar û artêşa Sûriyê de derket

Li rojavayê Helebê şer di navbera artêşa Sûriyê û Desteya Tehrîr El-Şam de derket

02.02.2020, Paz - 12:51

Li Helebê şer di navbera grûpên çekdar û artêşa Sûriyê de derket
Nuçe Belav bike

Li rojavayê Helebê şer û pevçûneke dijwar di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam de derket, artêşa Sûriyê dixwaze rêyeke stratejîk kontrol bike ku Şama paytext bi çend bajarên bakur ve girêdide, lê rûbirûyê êrîşên Desteya Tehrîr El-Şam dibe.

Şer li navçeya Cemiiye Zehra ya rojavayê Helebê derket û hikûmeta Sûriyê dibêje, bersiva êrîşeke Desteya Tehrîr El-Şam dane ku xwestine hinek avahiyan li navçeyê kontrol bikin.

Rewangeha Mafên Mirov a Sûrî radigihîne ku aliyên ser bi Tirkiyê ve êrîşeke berfireh birine ser artêşa Sûriyê li derdora Helebê. Ajansa Fermî ya Sûriyê, SANA jî dibêje, artêşa Sûriyê bi awayekî serkeftî bersiva êrîşê daye û hinek pêgehên Desteya Tehrîr El-Şam li derdora Xan Tûman û Xalidiye kirine armanc.

Ajansên xwecihî duh belav kiribûn ku li herêma Şehbayê şer û pevçûnên dijwar di navbera grûpên çekdar û artêşa Sûriyê de rû dane ku di encamê de li gor zanyariyên wan ajansên xwecihî, 4 çekdar û 7 serbazên Sûriyê hatibûn kuştin.

Herwiha hatibû belavkirin ku Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) ku hêzeke ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ye, daxilî nav wî şerî bûbû û êrişa grûpên çekdar hatibû têkbirin.

Ev şer û pevçûnên li rojavayê Helebê di demekê de ne ku artêşa Sûriyê du hefte ye ligel rêkeftina agirbestê ya navbera Tirkiye û Rûsyayê dest bi êrîşa ser opozisyona Sûriyê li Idlibê kiriye.

Tirkiye jî li hemberî vê pêşveçûna artêşa Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan daye û herwiha artêşa wî welatî wek karvedanek li hember pêşhatên li wê parêzgehê, li ser şandina hêzê bo ser sînorê Sûriyê berdewam e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 364 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:15:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x