Sedr xalên rêkeftina li gel Ebadî aşkera kirin!

Hevpeymaniya Saîrun xalên rêkeftina li gel serokê hevpeymaniya Nesr aşkera kirin.

24.06.2018, Paz - 13:18

Sedr xalên rêkeftina li gel Ebadî aşkera kirin!
Nuçe Belav bike

Duh 23.06.2018ê rêberê Tevgera Sedr û serokê hevpeymaniya Saîrun Muqteda Sedr û serokê hevpeymaniya Nesr û serokwezîr Heyder Ebadî li bajarê Necefê rêkeftin û hevpeymaniyek ragehandin.

Li gor encaman hevpeymaniya Saîrun li helbijartinên roja 12.05.2018ê 54 kursî bidest xistin û bûn yekem hevpeymanî, hevpeymaniya Nesr jî 42 kursî bidest xistin.

Ofîsa Muqteda Sedr 8 xal belav kirin û ragehand ku Sedr û Ebadî li ser wan xalan rêkeftin.

-Ava kirina hevpeymaniyek ne tayfeyî û ne netewî û hemû pêkhateyan li xwe bigre.

-Berdewam kirina dijatiya gendeliyê û dûrxistina gendelan û dadgeh kirina wan.

-Pêkanîna hikûmeteke teknokrat ji kesên pispor û dûr li dabeşkariya tayfeyî û hizbî.

-Piştevanî kirina polis û arteşa Iraqê û rê li hebûna çekdarên milîs û grubên ne fermî.  

-Danîna planek bo ava kirina sektora aborî ya Iraqê.

-Parastina peyvendiyên yeksan li gel welatan û hemû peyvendî di xizmeta berjewendiya Iraqê de bin.

-Piştevanî kirina desthilata dadweriya Iraqê û çalak kirina rola dozgerê giştî.

-Parastina yekparçeyiya ax û xelkê Iraqê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 4458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:09:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x