Şeyhmus Ozzengîn: Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê!

Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê!

Ji destpêka civînan, heta roja ku ev daxûyanî hate dan, Ekserê Emerîkî di van civînan de amade bûye û di nava dan û stendinan de giranîya xwe daye, ku rêkevtinek serkevtî di navbera hêzên Kurd e ji van civînan derkeve.

Şeyhmus Ozzengîn

21.06.2020, Paz | 01:02

Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê!
Nêrîn Belav bike

Bi konferensek çapemenî, bi beşdarbûna Ekserekî Emerî, du nûner ji ENKS, du nûner ji PYD û TEV-DEMê û li ser navê HSDê jî Mazlûm Ebdî ragîhandinek hevbeş hat li darxistin. Di vê konferansê de bi daxûyanîyek hevbeş û “têr hêvî” di 17.06.2020 an de ev lihevhatina li ser xalên sîyasî hat ragîhandin. Ev xalên ku li ser lihev kirine 5 xalin. Lê wek fermî naveroka van pênç xalan eşkere nekirine (bînim bîra we ku berî sê mehan 5 xal hatin belav kirin, lê ne dîyare ku ew xal evin an na) û herdû teref jî tekez dikin ku, “rêkevtinek sîyasî, baş çêbûye”(!)

Ji destpêka civînan, heta roja ku ev daxûyanî hate dan, Ekserê Emerîkî di van civînan de amade bûye û di nava dan û stendinan de giranîya xwe daye, ku rêkevtinek serkevtî di navbera hêzên Kurd e ji van civînan derkeve.

Di sipasîya daxûyanîyê de, ji bona terefên ku pabendî xebat û piştgirîya vê yekitîyê bûne de; navê Kek Mesûd Barzanî, navê Serokê Herêma Kurdistanê û navê Serokwezîrê Kurdistanê jî derbas dibe, bê ku beşdarî civînan bibin. Di vir de eşkereyu ku Emerîka gotîye; “bê piştgirîya Serok Mesud Barzanî û hikûmeta herêma Kurdistanê em di piştgirî û siponsorîya xebatên nav mala Kurd de cîh nagirin!”

Di vir de helwestek girîng û netewî heye: Başûrê Kurdistanê bi partî, hêz-sazî û hikûmeta xwe re piştgirîyê dide rêkevtinên Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bê ku îradeya Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê binpê bike. Ev helwest, helwestek ahlakî, netewî û milî ye. Gelo çima PKK helwestek wilo danayî ne?

Her çiqa rêkevtinek sîyasî hatibe pejirandin jî, ev xebat hîn di destpêka rêkevetinek sîyasî, eskerî û dolivgerî de ye. Pir xalên girîng ji mijarên dan û stendinan dûr hiştine. Wek hebûna PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistanê. Em baş dizanin bi hebûna PKK li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, ti rêkevtin nameşin. Ev mijar, mijarek sereteye ji bona qedera pêşeroja vê rêkevtinê. Ev nehatîye çareserkirin!

Mijara din beşa leşkerî ye: Ji bona ku hêzên leşkerî ji partî û hêzan bên cûdakirin û li gor hestên parastina xaka Kurdistanê, artêşek milî bêt damezirandin û beşê Pêşmergên Roj jî beşdarî parastina xaka xwe bibin, ti rêkevtin liber çav xuya nake. Her çiqa di vî warî de hinek nûçe derketibin jî, hîn ne eşkere ye. Ev jî xalek ji xalên herî girîng yê çareserîyê ye.

Xala din Ala Kurdistanê; ku bibe ala hevbeş a hêzên yekitîya milî a hêzên sîyasî ye. Xuyaye ev beş jî ji ber îtîraza hêzên bi ser PKK de, nehatîye giftûgoyê. Heta niha ENKS, di hemû civîn, çalakî û daxûyanîyên xwe de Ala Kurdistanê bikar anîye û parastîye. Xûyaye ji ber îtîrazên PYD û TEV-DEM, an jî PKK, ala Kurdistanê jî nehatîye rojevê. Cîhê şermezarê ye ku, rêkevtinek Kurdî ji tirsa hev, Ala Kurdistanê bavêjin alîyekî û hêvîya yekitîyek dûr û dirêj bidin miletê Kurd û kurdistanîyan. Ev îşareta bandora PKK ye li ser rojavayê Kurdistanê û hîn jî eşkere ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê negihîştine wê asta ku serbixwe, îradeya xwe bikar bînin.

Çawa dibe ku tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê serkevtinan, li ser navê miletê Kurd û Kurdistanê tomar bike? Gelo ev tê çi wateyê? Xuyeye ku, hîn pirtir dem û divêtî bi zextên bandora Emerîka heye.

Helbet hêvîyek mezin di yekitîya sîyasî-leşkerî û civakî, ku li ser axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê dimeşin de heye. A girîng piştgirîya Emerîka û siponsorîya hêzên hevpeymanan e. Di helwesta Emerîka de li ser damezirandina helwestek hevbeş a mala Kurd e nîyetek baş heye. Ev li ser esasên berjewendîyan dimeşe. Rastî jî eve. Keas dostaya kesekî naparêze. Herkes berjewendîyên xwe diparêzin. Divê Kurd jî berjewendîyên xwe biparêzin.

Hesabên berjewendîyan; Kurd, Emerîkî û Hêzên Hevpeymanan anîye cem hev. Ev tê maneya ku emê li ser van berjewemendîyan bikaribin xwe, xaka xwe û destkevtinên xwe biparêzin.

Berî ku daxûyanîya hevbeş bêt dan, Tirkîye û Îran êrîş anîn ser xaka Başûrê Kurdistanê. Ev mesajek dualî bû. Hin ji PKK re û hin ji piştgirîya Başûrê Kurdistanê ji bona van gavên hevbeş, yên Başûrê Rojavayê Kurdistanê re. Di heman demê de raya giştî a Ereban jî belavokek tund li henber vê rêkevtinê derxistin û li henber ragîhandinê helwesta xwe eşkere kirin. Lê Emerîka bi helwestek vekirî eşkere kir ku; “kî li ser axa Sûrî dijîtîya rêkevtina navbera hêzên Kurd bike, ew şerê Emerîka dike! Em vê qebûl nakin.” Deng ji wan hêzên ereban, ku belavok derxitibûn qut bû. Ev tê çi wateyê?

Xûya dike ku, Emerîka di dan û stendinan de, li gor hesab û berjewendîyên xwe amadeyî têkilîyek dûr û dirêj bi Kurdan re ye. Gelo Kurd jî li gor hesab û berjewendîyên xwe, amadene ku bi Emerîka re têkilîyek û hevpeymanek dûr û dirêj bimeşînin?

Di vir de îdeolojîya PKK, têkilîyên PKK yên herêmê, metodên şer yên PKK û helwesta PKK a li henber doza Kurd a milî, astenge ku beşek ji kurdan di nav stratejîyek wilo de cîh bigirin. Di vir de a girîng ewe ku wê kî ji çi bipaşde gavan bavêjin, lêborîna xwe bixwazin û beşodarî doza milî a Kurd û Kurdistanê bibin! Ev hîn jî ne dîyare.

20.06.2020

 

Vî nêrînê tevayî: 746 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:44:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x