Remezan Kerim: Dayîkbûnekî nû  

Dayîkbûnekî nû  

Pedîvîye rê ji hundabûna Kurd û Kurdistan di nava peyîva biratiye gelan û turkbune yan iraqbûne û hwd ware girtin. Aştî û pêkvajiyan li esase rêzgirtin hebûne gelekî wekû û nişitimanekî wekû Kurdistan dibe. Eger ev nebe wate berdewambûna bindestiye di nava formulên ku naveroka wê vala dewam dike.

Remezan Kerim

30.12.2016, Cum | 23:00

Dayîkbûnekî nû  
Nêrîn Belav bike

Xwezaya siyaseta serkeftî û demdirêj pirrengî û pirgengî hez dike û esas digire berevajî ji şikest û jiyanekî demkurt re rû bi rû dimîne ber ewa grînge siyaset rengîn be û ji deng cuda cuda re vekirîbe ji bo ewa xebat û tekoşîn dewlemend bibe. Deng û rengên ji xwe re peşkeftina xebat bo Kurd u Kurdistan u netewperwarî esas bigirin.

Siyaset tek reng u tek deng û hwd. Di dawiye mahkûmê  şikestekî mezine piştî wê yan alternatîvekî radîkal çêdibe yan teslîmbûnekî temama ev me di Sûriyê u Iraqê û  welat din dît heman rewş di siyaseta kurdî de heye. Rewsa bakûr Kurdistan berçave dema siyaseta partiyek şikest bixwe ji xwe re şikesta gelekî tîne.

Panzeyîra vê ewa ku cihê yek hêz cend hêz hebin bo hevdû temama bikin. Hêzên marjînal u nîvçalak pewiste bibin yek yan bibin cehpe u Dayîkbûnekî nû  çêbkin ji bo pêsh şikesta gelekî  bigire ewaye  di encama xeletiya hêzekî tekrewi u siyaseta Dewlete ku ji xwe re tesfiye weku paradîgm digire .

Dema zeyîfbûn û mirina hêzekî te meyîdane dibe yekser avabûna hêzekî nû peşbikeve hama ne li ser înkara û îmha hêza pêstir beravajî tiştên ku bash hene warbigire û pêş bixe.Kurdistan bi giştî û Bakûrê Welat bi tayîbeti pewiste bi Kurdistani kirin u Welatperwariye siyaset û xebat heye.

Pedîvîye rê ji  hundabûna  Kurd û Kurdistan di nava peyîva biratiye gelan û turkbune yan iraqbûne û hwd ware girtin. Aştî û pêkvajiyan li esase rêzgirtin hebûne gelekî wekû û nişitimanekî wekû Kurdistan dibe. Eger ev nebe wate  berdewambûna bindestiye di nava formulên ku naveroka wê vala dewam dike.

Her formûl u paradîgmekî ku nirxên giranbiha têda nebe wekû xak u millet wekû azadî u serxwebûn yan jiyanekî wekhev hevbeş te wateya radestbûne u xizmetkirine dagirkeran. Min li Welatekî de amade nim bijîm ku  nebînim ew Welat rêzê min digire u hebûne min qebul dike ev nimûna Iraq berçave.

Weku stratejî gava yekem avakirine hêzekî nû û despekirina xebat  piştra amedkirina gel ji bo  Welatekî Azad û derxistina Vîna azad ew vîna ku bi fermana yek kesî hereket nake vîna ku Doza Kurd û Kurdistan esas digire. Iflasa tekrewî bercava ew îflasa dibe ji me re bibe nimûna ku em dijî ve zarokeki nû  ji Dayîk bibe û xebatekî despe bike.

Di guhertinên Rojhilata Navîn de ku firsendekî nû  hatiye berdeste Kurdan ewaye ku rêgire bê hêvî  bûne ji avakirina Dewletekî  Kurdî. Kurd heqê xwe Dewlet heye u şev û roj pewîste ji bo we xebat bike eger îro derfet niye îlan bike ewa sibe çêdibe grîng xebat raneweste.

Parti grûpp yan kesayetî ku ji xwe re pêştir eger jiyanekî marjînal hilbijartbûn yan dibe xwe îflas bikin yan dibe tevlî Dayikbûna nû  bibin.Di naverast mayîn nahe qebul kirin.Ya rast despêkirina xebatekî  bihêz bi hevra ji bo Kurd û Kurdistan.

Remezan Kerim (Shakiro Kurd)

Kurdistan-Hewler

28-12-2016

Vî nêrînê tevayî: 6843 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:27:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad

Remezan Kerim

x