Celalettin Kartal: Dagirkirina Kerkûkê û xayintiya navmala Kurd

Dagirkirina Kerkûkê û xayintiya navmala Kurd

ayintiya Kurd ji aliyekî ve dîrok e (mejû ye) û ji aliyê din ve tore ye. Dîrok e, çima hêj di serdema Osmaniya de xayintî di nava Kurd de hebû. Herwiha tore ye, wekî ta serdema me bi dehan bûyerên xayintiyê hatine tomarkirin

Celalettin Kartal

11.11.2017, Cts | 14:03

Dagirkirina Kerkûkê û xayintiya navmala Kurd
Nêrîn Belav bike

Gelek mirov gelê Kurd dişibînin “kew”. Kew balindeyekî neyarê qewmê xwe ye. Neyartiya nava Kurd vê yekê tîne bîra wan. Dîsa gelek dibêjin, Kurda bi giştpirsiyê û encamdana wê bi destên xwe dergên dinyayê li ber xwe dagirtine. Ez bi xwe ne li gel vê yekê me. Dewletên dinyayê li gor berjewendiyên xwe refdariyê dîyar dikin. Di nava wan de wekhevî nîye. Bi giştî hevbendiya hev dikin û li gel dewletên zilhêz cî digrin. Heger ne xwazin ne qanûna navnetewî û ne binkeya çarenûsa mileta nas dikin. Loma divê Kurd qenciya Îsrael, dewleta xwerxwaz û wêrek, ji bîr nekin. Ma Îsrael jî tinebûya, rewşa Kurda wê çewa bûya? Ez nizanim. Lê heger “dinya” dijberên Kurd be û ew jî neyarên hev bin. Ma ev yek jî?

Babeta xwefiroşiyê

Xayintî (=xiyanet, xwefiroşî) li herderî tawaneke gewre ye. Gelek caran ew di nava civakê de (=komelgehê de) dibe sedemê malwêranî, destdirêjkirina cinsî, sukayetî (=sivikatî) û hêvîşikestinê. Loma tawana xayintiyê ne ciyê qebûlkirinê ye. Ti milet ji bilî Kurda xayinên civaka (kemelgeha) xwe bê siza nahêle! BÊSIZAKIRIN tenê nîşana lawazî û têkçunê; qasidê dûbarekirinê ye. Komelgeha tawanên xayinan siza bihêle, gora xwe bi destên xwe dikole. Loma pêwiste, xayin, “kurê Xwedê” be jî, bi awakî qurs (=giran) bê sizakirin. Miletê (=netewê) nikaribe tawana xayintiyê tund û tûj sizabike, nikare civaka xwe û xaka xwe jî biparêze. Ew bi ne sizakirinê dilê dijminê xwe xweş; rûyê xwe reş dike. Ma bûyera roja 16.10.2017a li Kerkûk û herema wê rûda vê yekê şanî me nade?

Ev (=em) bûyer û baredoxa (=rewşa) wê?

Herçiqas dagirkirina Kerkûkê ne kotayî be jî têkçuna miletê (=netewê) Kurd e. Karesateke gewre ye, loma divê bibe ciyê vekolînên ciddî.

Ciyê xemginiyê ye wekî Kurd ji yekitî û yekrêziyê bê par in. Loma dîroka (=mejû) tawanên xayintiyê dûbare dike. Ta vêga NE artêşa Kurd yek e, NE jî xwediyê siyaseteke niştimanperweriye. Baredoxeke wiha bivê-nevê dibe ciyê karesatan. Ma heger ne ji bo bêtifaqiya serkirdeyên Kurd bûya, rewşa Başûrê Kurdistan wê êsta (=vêga) di metirsiyê de bûya? Ma ne nebûna bîrûboçîna neteweyî di nava Kurd de berjewendiyên şexsî, malbatî, eşirtî û hizbî dide pêş?

Xayintiya Kurd ji aliyekî ve dîrok e (mejû ye) û ji aliyê din ve tore ye. Dîrok e, çima hêj di serdema Osmaniya de xayintî di nava Kurd de hebû. Herwiha tore ye, wekî ta serdema me bi dehan bûyerên xayintiyê hatine tomarkirin. Lê çima dersderxistin TINE? Ma dersderxistin şerm e?

Nebûna stratejiyekî hevbeş

Heger stratejiyekî hevbeş di nava hemû beşên Kurdistana dagirkirî de hebûya, ma Kurdê dîsa li şarê Kerkûk û derdora wê têkbiçuna? Herwiha heger Kurdên bakûr yên endamên partiya desthilatdara Tirkiyê demildest hişyarî bidina AKPê. Anî ew kok bûna, ku ew piştgirên (=palpiştên) başûr in; pabendê (=dilsozê) xelkê xwe ne. Bi bawerî bigotina, em dizanin Tirkiyê li gel Îranê û Îraqê dijminatiya başûr, xelkê me, dike. Heger ev dijminatî bidome, emê destên xwe ji AKPê vekişînin. Heger rojhilat jî bi heman rêyê dengê xwe li dijî “Îrana kone û planger” bilid kiribûna, gelo Kerkûkê wiha bihêsanî bihata dagirkirin? Bê guman na. 

Nexwe divê başûr ji xwe bipirse ma cîbicîkirina giştpirsiyê şaş bû? Bi ya min na. Girîng e, herwiha zerûriye neyê jibîr kirin, ku dewletên dagirker yên cînar (=dirawse) hem serdestin û hem di barê Kurd de yekin. Lê çima dîsa ewqas keda wan ya hêja û dirokî beredayî derçû!? Çima dîsa başûr bû ciyê şer, bû ciyê dek û dolabên Pasdarên Îran, “Ceşên Îraqê”, Heştî Şabî? Ma Kurdistan dîsa neketiye metirsiya rûbirûbûna windakirina destkeftiyên xwe? Ma ne başûr, “hêvî û bûka Kurdistan”, di nava çend katjimêran de hemû destkeftiyên xwe yên hersê salên rabirdû (=dawî) windakirin an?

Têkçûna Kerkûkê û sizayê xayinên berpirs?

Li jor hate gotin ku ev ne cara ewil e bûyerên xwefiroşî di nava komelgeha Kurd de rû didin. Endamên malbata Celal Talabanî, kurê wî, Bafêl, dîya wî, Hero, herwiha çend kesên xizanên wan di bûyera dagirkirina Kerkûkê de bi dijminên Kurd re bûne hevkar. Wekî Kurdên pabend (=dilsoz) gotine, “Kerkûk dilê Kurdistan e” (Melle Mistefa Barzanî) an “Qûdsa Kurdistan e” (Celal Talabanî). Nexwe Kurdistan vêga sêwî, bê dil û bê Qûds maye!?

Heger ev rewşa başûr e, ma desthilatdariya Kurd dikare piştî dagirkirina Kerkûkê kesên xayîn ji desthilatdariyê dûr bixe û herwiha siza bike. Bidaxe, tore, mejû (=dîrok) û lawazbûna Kurd tiştekî din tomar dikin. Nexwe ta li başûr hinek xwefiroşên desthilatdar hebin, komelgeha Kurd wê di metirsiyê de be. Anî, wekî raste, ku endamên malbata Talabanî berpirsên karesata Kerkûkê ne, gelo berpirsiyariya Mesut Barzanî, Serokê Herema Kurdistan di vê bûyerê hîç nîye? Bêşik Barzanî siyasetmedar, netewperwer û serkirdeyekî Kurd yê karzan e, ta êsta (=vêga) bê mînak e. Dagirtina (tijekirina) ciyê wî ne hesan e. Encamdana giştpirsiya Kurdistana Başûr vê yekê dûpat dike. Nemaze têkiliyên wi bi dost û dijminên Kurd re, ciyê şaneziyê ne. Lê bi ya min Barzanî di barê dagirkirina Kerkûkê de, herçiqas Kerkûk di bin kontrola pêşmergên YNKê de bû jî, erkên xwe yên serokatiya giştî, anî parastina Kurdistan, û xaka wê weke asteke pêwist ne aniye cî.

Heger xayintî ya hinek malbata Talabaniya nebûya, ma pêşmerge nikaribû li Kerkûkê heftiyekê li berxwe bide? Gelo dewletên zilhêz (=xurt) wê di rewşke wiha de tenê temaşe bikirina? Ma DYA nizane ku hinek serkirdeyên Kurd bi hev re xayinin? Heger dizane, ma çima bila DYA ji Kurd re pabend bin (=dilsoz bin)? Herwiha çima Kurd nikarin tawanên xayinên xwe tund û tûj bidin sizakirin? Ma ne wexte Kurd dev ji siyasta şexsî, malbatî, eşirtî û hezbî berde!? Ma ne wexte ku Kurd rûpelekî din vekin, dest bi siyaseta niştimanperwerî û netewperestî bikin? Ma divê başûr dûtirî dagirkirina Kerkûkê çi bike, çi dersa jê derxwe? Ma ev bûyer jî weke ya Şengalê ne hejaye dersderxistinên berfireh (=firewan)?  Heger pêşmerge û serkirdeyên wî di bûyera Şengalê de (03.08.2014) erkên xwe bianîna cî, ma bûyera dagirkirina Kerkûkê wê rû bida?

 

Dr. jur. Celalettin Kartal,

Scientific Expert on International Law,

Minority Issues and Migration 

Vî nêrînê tevayî: 4553 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:22:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x